Rûsya: Nêzîkî 4 hezar serbazên Hevpeymana Navdewletî li bakurê Sûryê bicî dibin
HSD: Serbaz û şêwirmendên serbazî yên Amerîkî li deverên jêr destê hêzên Sûrya Demuqrat belav dibin û hejmarek din jî li navçeyên ji derveyî desthelata HSD bi cih bûne.
K24 - Navenda Nûçeyan
Ajansa Interfax ya Rûsî ragihand, ku li bakurê Sûriyê nêzîkî 4 hezar serbazên ser bi hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serkêşya Amerîka hene.
Li gorî heman ajansê, ku li ser zimanê jêderekî HSD dibêje: "Serbaz û şêwirmendên serbazî yên Amerîkî li deverên jêr destê hêzên Sûrya Demuqrat belav dibin û hejmarek din jî li navçeyên ji derveyî desthelata HSD bi cih bûne."
Ji destpêka sala 2014an ve, Hevpeymana Navdewletî 10 bingehên serbazî yên ezmanî li bakurê rojavayê Sûryê ava kiriye.