Herîrî dubare gefa destjikarkişanê dike

Herîrî: Heger Hizbulla qebûl neke rewşê biguherîne, ezê dîsa dest jikar bikşînim.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Lubnanê Seed Herîrî, di hevdîtineke televizyonî de, dubare gefa destjikarkişanê kir û got: "Heger Hizbulla qebûl neke rewşê biguherîne, ezê dîsa dest jikar bikşînim."

Seed Herîrî tekez kir, pêwîst e Hizbullah ku Îran piştevaniya wê dike, dev ji destwerdanê di karûbarên welatên din de berde û ji bo kirîzên siyasî bên bidawîkirin, pêwîst e Hizbulla bê alî be.

Herîrî diyar kir, ku ew naxwaze ti partiyeke siyasî di nav hikûmeta wî de, destwerdanê di karûbarên welatên din de bike.