Şanda hikûmetê pêywendiyên Hewlêr û Bexdayê li gel sê partiyan gotûbêj dike
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Partî Dîmukratî Kurdistan, Partiya Şû'î û Partiya Zehmetkêşan dike.
K24 - Navenda Nûçeyan
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Partî Dîmukratî Kurdistan, Partiya Şû'î û Partiya Zehmetkêşan dike.
Şêwirmendê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ji Kurdistan24ê re ragihand, şanda hikûmetê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî, ji bo gotûbêjkirina kêşe û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, serdana PDK û Partiya Şû'î û Partiya Zehmetkêşan dike.
Şanda hikûmeta Herêma Kurdistan, ji bo têperandina kirîzan û yekxistina dengê Kurdan, serdana Yekgirtûya Islamî a Kurdistan, Tevgera Goran, Yekîtî Niştimanî Kurdistan û Partiya Sosyalîst Dîmukrata Kurdistan kiriye.