Li gorî "Dêkomêntekê" DAIŞ û HSDê lihev kirine

Rêketineke dem dirêj di navbera Hêzên Sûrya Demukrat û DAIŞê de hatiye îmzekirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rêketineke dem dirêj di navbera Hêzên Sûrya Demukrat û DAIŞê de hatiye îmzekirin.

Hin çalakvanên Sûrî dêkomêntek belav kirine, û dibêjin ew dêkomênt di navbera Hêzên Sûrya Demokrat û rêxistina DAIŞê de ye.

Li gorî wê dêkomêntê, herdu alî li ser ragihandina agirbestê lihev kirine, ku ji îro ve, 28 Mijdara 2017an destpê dike û heya mehekê berdewam dibe, li gorî wê agirbestê, divê Hevpeymana navdewletî jî êrîşên xwe yên ezmanî li dijî DAIŞê rawestîne û ev yek dide xuyakirin ku lihevkirina herdu aliyan bi erêkirina Hevpeymana Navdewletî çêbûye.

Herweha li gorî wê dêkomêntê, herdu aliyan sînorên xwe yên cugrafî destnîşan kirine û DAIŞê soz daye, ku operasyonên xwe yên ewlehiyê li deverên şer rawestîne.

Herweha lihev kirine ku hêlên pêwendiyên rasterê di navbera herdu aliyan de bên vekirin û li dijî binpêkirina xalên rêketina herdu aliyan tedbîr hatine stendin.

Di wê rêketinê de, li ser pirsa bihevguhertina dîlan û vekirina deryên bazirganî di navbera navçeyên herdu aliyan de, lihevkirin çêbûye, lê heya niha ti aliyekî zanyariyên wê dêkomêntê piştrast nekiriye.