Peyvdarê PDK: Hilweşandina Hikûmetê ne di berjewendiya Kurdistan de ye

PDK: Derbarê hemû pêşinyrên hatine kirin, wê gotûbêj çêbibe û kîjan rê baştir be ji bo çarekirina rewşê, wê ew bê hilbijartin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro şanda Hikûmeta Herêmê li gel şandeke polîtbîroya PDK civiya û piştî civînê peyvdarê PDK Mehmûd Mihemed di kongirekî rojnamevanî de ragihand: "Di civînê de behsa wan kêşeyan hat kirin ku rastî Herêma Kurdistanê hatine û ji bo derbaskirina vê qonaxê behsa piştevaniya aliyên siyasî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hat kirin."

Peyvdarê PDK derbarê encamdana guhertinan di Hikûmeta Herêmê de got: "Derbarê hemû pêşinyrên hatine kirin, wê gotûbêj çêbibe û kîjan rê baştir be ji bo çarekirina rewşê, wê ew bê hilbijartin, lê ew nerîna ku behsa hilweşandina hikûmetê dike, ne di berjewendiya Kurdistanê de ye, ji ber ku hilweşandina hikûmeta niha û pêkanîna hikûmeteke din, wê demeke dirêj bixwaze."