Raporeke nihênî: Israîl û DAIŞ li Sûryê dibin hevpeyman
"Piştî ketina pirojeyê "Dewleta Islamî" tirsa Israîlê ji DAIŞê nema ye, lê niha Tel Evîv, ji hebûn û hejmûna Îranê li Sûrya dilgiran e."
K24 - Navenda Nûçeyan
Raporeke nihênî ya hewalgiriya Israîlê, dibêje berjewendiyên Israîl û rêxistiya DAIŞê li Sûryê, bi awayekî demkî dibin yek û li dijî dijminekî hevbeş, ku ew jî Îran e, dibin hevpeyman.
Rapor ji aliyê navenda "Meîr Emît" ji bo zanyariyên hewalgirî ve hatiye belavkirin, ku ew jî navendeke ser bi wezareta derve ya Israîlê ve ye, têde behsa wê yekê hatiye kirin, ku rêgirtin li ber hejmûna Îranê li Sûriyê, dihêle ku bi corekî ji coran Israîl û DAIŞ bibin hevpeyman.
Beşekî wê raporê di malpera rojnameya "The Jerusalem Post" ya Israîlî de jî hatiye belavkirin û têde hatiye: "Piştî ketina pirojeyê "Dewleta Islamî" tirsa Israîlê ji DAIŞê nema ye, lê niha Tel Evîv, ji hebûn û hejmûna Îranê li Sûrya dilgiran e."
Li gorî raporê, tevî ku dewleta rêxistiya DAIŞê hatiye hilweşandin, lê heya niha parêzgarî li karînên xwe yên şerkirinê kiriye û dibe ku li teknîka şerê bandan vegere û bi awayê girûp girûp, êrîşî hêzên Îranê li Sûriyê bike.
Herweha rapor dibêje: "Îran û girûpên wê yên çekdar, bizavan dikin li Sûriyê bereyekê nû li dijî Israîl vekin, lewra ew karînên Hizbullaha Lubnanî zêde dike."
Jêder: Anadol