Şelal Ebdûl: Gef li ser jiyana min heye û ez venagerim Xurmatû
"Ne ji desthelata ti kes û aliyekî ye, ku postên Xurmatû dabeş bike û danîn yan jî dûrxistina qayimqam tenê ji desthelata civata qezaya Xurmatû ye."
K24 - Navenda Nûçeyan
Qayimqamê Xurmatû Şelal Ebdûl, derbarê danîna turkmanekî şî'e wek qayimqam li Xurmatû ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ne ji desthelata ti kes û aliyekî ye, ku postên Xurmatû dabeş bike û danîn yan jî dûrxistina qayimqam tenê ji desthelata civata qezaya Xurmatû ye."
Ebdûl tekez kir ku Heşda Şeibî metirsiyê li ser jiyana wî çêdike, lewra ew venagere Xurmatû.