Li Kerkûkê ala Iraqê li ser peykerê Pêşmerge hat bilindkirin

Peykerê Pêşmerge wek sîmbola parastina bajarê Kerkûkê û pêkhateyên wî ji çekdarên DAIŞê hatibû danîn û ala Kurdistanê li ser wî peykerî hatibû bilindkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Girte vîdyoyek di torên civakî de hatiye belavkirin, ku têde diyar dibe ala Iraqê li şûna Ala Kurdistanê li ser peykerê Pêşmerge hatiye bilindkirin, ku berî niha ew peykerê Pêşmerge wek sîmbola parastina bajarê Kerkûkê û pêkhateyên wî ji çekdarên DAIŞê hatibû danîn û ala Kurdistanê li ser wî peykerî hatibû bilindkirin.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha derbasbûyî û radestkirina bajarê Kerkûkê û Xurmatû û navçeyên din yên Kurdistanî, ji bo milîsên Heşda Şeibî û hêzên Iraqî, zêdebarî mişextbûna bêtirî 183 hezar welatiyên Kurd ji akinciyên wan navçeyan, bilindkirina ala Kurdistanê jî li Kerkûk û tevahiya navçeyên din yên Kurdistanî hat qedexekirin.

Ew peykerê Pêşmerge, li pêşya bajarê Kerkûkê hatibû danîn û ji duh ve ala Iraqê li şûna ala Kurdistan li ser wî peykerî hatiye danîn û vê yekê pêkheteya Kurdî li Kerkûkê dilgiran kiriye.