Gutters: Metirsiya pêxistina şerekî nû li Rojhilata Navîn derketiye
Di hevdîtinekê de ligel malpera “Russkaya vesna” a Rûsî Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî ragihand, metirsiya pêxistina şerekî nû li Rojhilata Navîn derketiye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di hevdîtinekê de ligel malpera “Russkaya vesna” a Rûsî Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî ragihand, metirsiya pêxistina şerekî nû li Rojhilata Navîn derketiye.
Li gor nerîna Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî (NY) Antonio Gutters rûbirûbûna çekdarî di navbera Hizbulaha Libnanî û Îsraîlê dibe sedema wî şerê nû.
Antonio Gutters egera derketina wî şerê nû li Rojhilata Navîn bi dawîbûna şerê terorê li Sûriyê ve girêdaye.
Sekreterê Giştî yê NY dibêje, Îsraîl piştevaniya mana Serokê Sûriyê Beşar nake û li hevşanê wan aliyên ku dixwazin ji desthilatê bidûr bixin radiweste, ji bo wê jî firokeyên şer ên Îsraîlê artêşa Sûriyê û Hizbulaha Libnanî hevpeymanê Esed bombebaran dike. Lê bi sedema mijûlbûna Hizbulah bi şerê li dijî DAIŞê û grûpên neyarên Esed dike, ti bersivekê nade Îsraîlê.
Di baweriya Antonio Gutters de, dema artêşa Sûriyê betal dibe û ji şerê li dijî grûpên tundrew û opozîsyona Sûriyê derdikeve, hevpeymanê xwe Hizbulah bi tenê nahêle, ew jî dibe sedema derketina şer li navçê.