Ozmen: Rayedarên Tirkiyê hîn bûyera kuştina Elçî ronî nekirine

Di ser kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê yê berê Tahîr Elçî re 2 sal derbas bûn. Lê hîn jî tarîtiya li ser kuştina Elçî nehatiye zelalkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di ser kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê yê berê Tahîr Elçî re 2 sal derbas bûn. Lê hîn jî tarîtiya li ser kuştina Elçî nehatiye zelalkirin.

Serokê Baroya Diyarbekirê Ehmed Ozmen di derbarê pêvajoya doza aşkerekirina kujerên Elçî de ji K24'ê re got; "Dosyeya di derbarê kuştina Elçî de bi awayekî sist û bêbandor tê meşandin."

Ozmen amaje kir ku; Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê û Serokwezîrê wê demê gotibûn ku 'dê failên TahîrElçî bên dîtin'. Em jî dibêjin bila xwediyên van sozan, sozên xwe bicih bînin.

Serokê Baroyê Diyarbekirê Tahîr Elçî, dema 28'ê Mijdarê li pêş Mînareya Çarlinga dîrokî ya Diyarbekirê, daxwaza dawîanina şer û pevçûnan û parastina şûnwarên dîrokî dikir, hate kuştin.