Siûdî: Îran bûye metirsiyek navneteweyî

Muhammed bin Emin Al-Jeffery daye destnîşankirin ku, Îran destwerdanê di nav karûbarên navxweyî yên welatên Ereb de dike û piştgiriya wê ya grubên çekdar û terorî bi salan e dom dike”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Meclisa Şûra yê Erebistana Siûdî Muhammed bin Emin El-Jeffery diyarkir ku: “Jib o piştgiriya terorîzmê û teroristan Îran salan e 30 milyar dolaran xerc dike”.

Rojnameya Arabnews a Erebistana Siûdî ya ku bi ingilîzî weşanê dike ragihand ku Muhammed bin Emin El-Jeffery daye destnîşankirin ku, Îran destwerdanê di nav karûbarên navxweyî yên welatên Ereb de dike û piştgiriya wê ya grubên çekdar û terorî bi salan e dom dike”.

Muhammed bin Emin El-Jeffery herweha bal kişandiye ser helwêsta dijminane ya Îranê beramberî Erebistana Siûdî, ku mûşek dan e Hussiyên Yemenê, yên ku ew mûşek lidij Riyadê bikaranî ne.

El Jeffery xwestiye ku,  cîhan jibîr neke, Iran bûye metirsiyek navneteweyî.