ENKS hilbijartinên bakurê Sûriyê baykot dike

Di dema ku piraniya partiyên siyasî li bakurê Sûriyê beşdarî hilbijartinên şarederiyên bajar û navçeyan dibin, partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) hilbijartinan baykot dike û ti danpêdanê bi wan nake.

 

K24 – Qamişlo

Di dema ku piraniya partiyên siyasî li bakurê Sûriyê beşdarî hilbijartinên şarederiyên bajar û navçeyan dibin, partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) hilbijartinan baykot dike û ti danpêdanê bi wan nake.

Di dema ku proseya hilbijartinan li bakurê Sûriyê bi beşdariya hejmarek partiyên siyasî bi rê ve diçe, partiyên ENKSê van hilbijartinan baykot dike. Endamên Ofîsa Yasayî ya ENKSê dibêjin, Rêveberiya Xweser bixwe desthilateke ne rewa ye û ew danpêdanê bi hilbijartinên wan nakin.

Endamê Ofîsa Yasayî ya ENKSê Ridwan Seydo ji K24ê re got: “Em dibînin ku ev rêveberî ne bi rengekî rewa hatiye avakirin. Partiyek bi tenê rêvebertiyê dike, yek alî û yek reng e û dide xuyakirin ku ev hilbijartin dê bi rengekî demokratîk bê kirin. Dixwazin ji welatiyan re bibêjin ku ev hilbijartin demokratî ne, lê em dibînin ev hilbijartin wek hemû karên wê ne, şiklî ne û tiştekî bipêş naxe.”

Berpirsên komseriya bilind ya hilbijartinan didin zanîn, ku wan deriyên nemzedkirinê ji bo hemû alî û partiyan vekirine, lê tenê divê partiyên ku beşdariya hilbijartinan bikin muhletên xwe ji Rêveberiya Wweser werbigrin.

Endama Komseriya Bilind a Hilbijartinan Roken Mela Îbrahîm ji K24ê re wiha axivî: “ENKS nehat, ne karê me ye jî em herin serdana wê bikin, lê me li ser ragihandinê bi dehên rojan dubare, jixwe me 20 rojan jî deriyê berbijêrkirinê bekirî hêşt. Em wek Komseriya Bilind a Hilbijartinan deriyê me vekirî bû, lê ew beşdar nebûn.”

Di 1ê meha bê de hilbijartinên şarederiyên bajar û navçeyan li bakurê Sûriyê dê werin lidarxistin. Li gorî Komseriya Bilind a Hilbijartinan, wan hemû amadekariyên xwe ji bo roja dengdanê kirine. Ta niha tenê partiyên di federalîzma bakurê Sûriyê de beşdarî van hilbijartinan bûne û di nav 2 lîsteyan de hatine parvekirin.