Bexdayê fermana desteserkirina Serhed Qadir û 12 efserên din ên Kerkûkê derkir

Di dirêjahiya hewlên Bexda û mîlîşyayên Heşda Şeibî yên ji bo jêbirina nasnameya Kurdî ji ser Kerkûkê û desteserkirina berpirsên Kurd ên bajêr, fermana desteserkirina Rêveberê Qeza û Navçeyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir û 12 efser û piledarên din ên polîsa Kerkûkê hate dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di dirêjahiya hewlên Bexda û mîlîşyayên Heşda Şeibî yên ji bo jêbirina nasnameya Kurdî ji ser Kerkûkê û desteserkirina berpirsên Kurd ên bajêr, fermana desteserkirina Rêveberê Qeza û Navçeyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir û 12 efser û piledarên din ên polîsa Kerkûkê derkirin.

Li gor belgenameyekê ku ketiye destê K24ê, ew efserên Kurd li gor biryarên birgeya 1 ya madeya 4 ya terorê hatiye derkirin.

Li gor belgenameyê, Dadgeha Resafa bi hejmara (21115) di roja 19 Mijdarê fermana desteserkirina 13 efserên polîsa Kerkûkê arasteyî rêveberiya rolîsa parêzgehê kiriye.

Emîd Serhed Qadir ji 14 salên bûrî ve, rola wî ya sereke di rûbirûbûna grûp û mîlîşyayên terorist yên ser bi DAIŞê ve li Kerkûkê hebû, ji bo wê yekê jî gelek caran birîndar bûbû.

Ev ferman û rêkarên hikûmeta Bexdayê û desthilatdarên Iraqê ji piştî wê yekê tên, roja 16ê Cotmeha bûrî çend berpirsên YNKê xiyanetî kirin û mîlîşyayên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê anîn Kerkûkê, wek bi fermî Serokatiya Herêma Kurdistanê û kesayetiyên pilebilind ên YNKê ragihandine.

Ji ber dagîrkirina Kerkûkê, di zêdetirî 40 rojên bûrî de Heşda Tirkmenî û mîlîşyayên Şîe hewlên xwe bilez dikin, ji bo jêbirina nasnameya Kurdistanîbûna Kerkûkê û li gor dawî daxuyaniya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, zêdetirî 180 hezar welatî ji wê parêzgeha Kerkûkê koçber bûne.