Îsmaîl Beşîkçî: Dewleta we tune be qîmeta dewlemendiya we jî tune ye

Piştî encamdayîna referandûma serxwebûna Kurdistanê karîgerî û ehemmiyeta referandûmê li ser dahatûya gelên herêmê li welatên biyanî di panel û konferansên cuda de jî tê nîqaşkirin.

 

K24 – Enqere

Piştî encamdayîna referandûma serxwebûna Kurdistanê karîgerî û ehemmiyeta referandûmê li ser dahatûya gelên herêmê li welatên biyanî di panel û konferansên cuda de jî tê nîqaşkirin.

Li paytexta Tirkiyê Enqereyê, civaknasê navdar nivîskar Îsmaîl Beşîkçî di panela li ser referandûma li Kurdistanê de bal kişand ser girîngiya pêkanîna referandûmê û amaje kir ji zêdeyî sed sal e Kurd li benda diyarkirina çarenivîsa xwe ne.

Civaknas Îsmaîl Beşîkçî got: “Miletê Kurd bi encamdayîna referandûmê peyam dan hemû cîhanê û xwestin ku bibêjin "Em neteweyeke ku xwedî îrade ne û wekî her netewe mafê me jî heye em çarenivîsa xwe diyar bikin. Loma di roja diyarkirî de pêkanîna referandûmê gelek muhîm e. Hûn çiqas dewlemend jî bibin eger dewleta we tunebe tu qedr û qîmeta dewlemendiya we tune ye.”

Helwesta Amerîka û welatên Ewropayê ya der barê referandûmê de ji aliyê gelek siyasetmedaran ve wek dûrûtî tê nirxandin. Siyasetmedarê Kurd Kemal Burkay jî amaje kir pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de roleke qehremane nîşan dan gelek welat pesnê Kurdistanê da lê belê dema maf û serxwebûna Kurdistanê de welatên mezin guh û çavê xwe girtin.

Siyasetmedar Kemal Burkay ji K24ê re got: “Kurdistan ji bo parastina xaka xwe di şerê li dijî DAIŞê de bedeleke mezin da. Tevî evqas bedel û kedan gelek asayî ye ku Kurdistan ji bo serxwebûnê li ser rêya serwxebûnê hewl û xebatê bike. Divê çarenivîsa xwe bi destê xwe diyar bikin. Loma biryardariya li ser referandûmê û pêkanîna referandûmê helwesteke gelek rast bû.”

Gelek siyasetmedar û nivîskar dest nîşan dikin piştî referandûmê çi rû dabe jî encamdayîna referandûmê ji her tiştî girîng e ku karîgeriyeke erenî li dahatûya miletê Kurdistanê dê bike.