HSD rêkeftina bi DAIŞê re red dike
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) rêkeftina bi çekdarên DAIŞ‘ê û ragihandina agirbestekê red kir û tekez kir ew di têkbirina terorê li tevahî Sûriyê, berdewam in.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) rêkeftina bi çekdarên DAIŞ‘ê û ragihandina agirbestekê red kir û tekez kir ew di têkbirina terorê li tevahî Sûriyê, berdewam in.
Rêveberê Navenda Ragihandinê ya HSD‘ê Mustefa Balî di daxuyaniyeke nivîskî ku li ser malpera Hêzên Sûriyeya Demokratîk belav kiribû ragihand, ewê derbarê agirbesta di navbera HSD û DAIŞê de hatiye belavkirin, derew in û armanc jê şikandina navûbanga HSDê ye û bilindkirina morala DAIŞê ye.
Got jî, hin hêzên tarî hene ziyan ji şikandina DAIŞê dîtine, berdewam in di hewla şikandina navûdengê HSDê û reşkirina serkeftinên wê û ew propagande jî di xizmeta teroristên DAIŞê de ye.
Herwiha tekez kir, ew belgenameya hatiye belavkirin, her nivîsek û bendeke wê tenê wekî pêkenokekê ye û ti carî HSD dest ji têkşikandina terorê bernade.
Hin malper û kenalan belav kiribûn, HSD û DAIŞê li agirbestek ji bo mehekê lihev kiribûn.