Wezîrê Derve yê Çînê peyamek arasteyî Nêçîrvan Barzanî dike

Di peyamekê de ku bi riya Konsolê Giştî yê welatê xwe arasteyî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir, Wezîrê Derve yê Çînê tekezî li ser pêwendiyên dualî yên di navbera Hewlêr û Beijingê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di peyamekê de ku bi riya Konsolê Giştî yê welatê xwe arasteyî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir, Wezîrê Derve yê Çînê tekezî li ser pêwendiyên dualî yên di navbera Hewlêr û Beijingê kir û hêvî xwast ku aramiya van demên dawî ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbûye were parastin û diyar kiriye, ku ji aloziyê dûr, bi rêya diyalogê û li ser bingeha destûra Iraqê, pirsgirêk werin çareserkirin û mafên hemû pêkhateyan werin garantîkirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Îro pêşwazî li Konsulê Giştî yê Çînê yê li Herêma Kurdistanê Tan Banglin û şanda pê re kir û di hevdîtinekê de behsa dawî pêşhatên lii navçê, Iraq û Herêma Kurdistanê hatin kirin. Konsolê Çînê ji bilî peyama wezîrê derve yê welatê xwe gihande Serokê Hikûmeta Herêmê, tekezî li ser pêwendiyên dualî û çaerseriya pirsgirêkên di navbera Hewlê û Bexdayê jî bi riya guftûgo û diyalogê kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanîn ji bo nameyê, spasiya Wezîrê Derve û Konsulê Giştî yê Çînê kir ku û hewl dane peywendiyên navbera Hewlêr û Beijingê hebin.

Tekezî li ser wê jî kir, Herêma Kurdistanê her dem amade bûye ji bo gotûbêj û diyaloga cidî ya li ser bingeha destûrê li gel Bexdayê û ji bo ku alozî cardin dubare nebin hewldanên cidî didin.