li 42 gundên Diyarbekirê qedexe hate ragihandin
Berî operasyoneke li dijî PKKê li Bakurê Kurdistanê li 42 gundên Diyarbekirê qedexeya derketina derva hate ragihandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berî operasyoneke li dijî PKKê li Bakurê Kurdistanê li 42 gundên Diyarbekirê qedexeya derketina derva hate ragihandin.
Derbarê mijarê de, Parêzgeriya Diyarbekirê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku, di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de li 42 gundên bi ser navçeyên wekî Licê, Pasur, Hazro, Farqîn û Karazê qedexeya derketina derva hatiye ragihandin.
Dema qedexeyê îro destpê dike û dê heta fermaneke nû berdewam bike.