Hikûmeta Iraqê ti guhartinek di pişka budceya Kurdistanê de nekiriye
Pişkê Herêma Kurdistanê di projeyasaya budceya giştî ya sala 2018an ta niha ji sedê 12.6 hatiye diyarkirin û hikûmeta Iraqê ti guhartinek tê de nekiriye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Pişkê Herêma Kurdistanê di projeyasaya budceya giştî ya sala 2018an ta niha ji sedê 12.6 hatiye diyarkirin û hikûmeta Iraqê ti guhartinek tê de nekiriye, lê heta niha ev yek li parlemantoya Iraqê nehatiye pesendkirin. Tenê yek eger heye ku ji sedî 17 pişkê budceya herêmê vegere wek xwe bimîne, ew jî heger parlemantoya Iraqê budceya giştî ya sala 2018an di dema xwe ya diyarkirî de pesend neke, wê demê budceya sala bûrî dibe binemaya budceya sala bê jî.
Endama Parlemantoya Iraqê Şîrîn Husnî di vê derbarê de ji K24ê re wiha axivî: “Di 2014an de jî ev babet derket ku projeyasa nehat pesendkirin, wê demê yasay budceya 2013an hate bikaranîn, bi awayekî 1 li ser 12 hate xerckirin. Îsal jî heger ew yasa nehat pesendkirin, li gor yasaya budceya sala 2017an biçe, ew di berjewendiya Herêma Kurdistanê de dibe, ji ber ku pişkê Herêma Kurdistanê ji bidceyê ji sedî 17 hatibû pesendkirin.”
Pisporê di warê aborî de Mihemed Muhsin jî dibêje: “Heger hat û yasaya budceya 2017 bikeve warê cibicîkirinê, ku pişkê Herêma Kurdistanê ji budceyê ji sedî 17 be, ev ne tenê di berjewendiya herêmê de ye, lê di berjewendiya Iraqê de jî dibe, ji ber ku niha Iraq di qonaxa bidawîanîna DAIŞê de ye û pêwîstiya Iraqê bi aramiya siyasî û ewlehiyê heye, heger Iraq li ser van helwestên xwe yên dawî berdewam be, berî ku ziyan bigihe herêmê, digihe Iraqê.