Washington pêşniyaz dike HSD beşdarî Cenêvê bibe
Gera danûstandinên Cenêvê yê taybet bi krîza Sûriyê îro bigihêştina şanda hikûmeta Sûriyê dest pê dike. Jêderên dîplomasî amaje bi wê dikin, Amerka tekeziyê li ser beşdariya HSDê jî dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Gera danûstandinên Cenêvê yê taybet bi krîza Sûriyê îro bigihêştina şanda hikûmeta Sûriyê dest pê dike. Jêderên dîplomasî amaje bi wê dikin, Amerka tekeziyê li ser beşdariya HSDê jî dike.
Jêderên dîplomasî yên rojavayî ji rojnameya “El-Şerq El-Ewset” re aşkere kirin, hin berpirsên Amerîkî di hevdîtinên xwe yên li Cenêvê de tekezî li ser beşdariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di danûstandinên Cenêvê de kirin.
Tevî ku rûbereke berfereh di destê HSDê de ye û Rêveberiya Xweser li bakurê Sûriyê hatiye damezrandin, lê ta niha di bin fişara Tirkiye û hin aliyên opozîsyona Sûriyê de, ne nûnerên Rêveberiya Xweser û ne nûnerên YPG û HSDê beşdarî ti civîneke danûstandinên Cenêvê nebûne.
Nûnerê NY yê taybet ji bo Sûriyê Staffan De Mistura duh civîneke şêwirmendiyê ligel şanda danûstamdkar a opozîsyona Sûriyê bi serokatiya Nesir Herîrî kir. Tê çaverêkirin jî îro şanda hikûmeta Sûriyê bi fişarekê ji Rûsyayê ve bigihe Cenêvê.
Biryar bû, duh gera 8emîn a danûstandinên Cenêvê dest bi civînên xwe bikira, lê şanda hikûmeta Sûriyê ji ber nerazîbûna li ser daxuyaniya dawiyê ya civîna Riyazê ya opozîsyonê amade nebû tevlî Cenêvê bibe, lê biryar e îro şanda hikûmetê bigihe Cenêvê.