Tirkiye pirsa YPGê wek merc datîne pêş Amerîka

Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim ji bo başbûna pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê 3 mercan datîne û yek ji wan jî bidawîkirina danûstandinên Amerîka û YPGê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim ji bo başbûna pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê 3 mercan datîne û yek ji wan jî bidawîkirina danûstandinên Amerîka û YPGê ye.

Serokwezîrê Tirkiyeyê di vegera xwe ya ji Brîtanyayê di firokeyê de pirsên rojnamevanan bersivand û got, ew dixwazin pêwendiyên wan digel Amerîkayê baş be, lê divê ji bo vê yekê Amerîka hevkariyê ligel YPGê neke.

Herwiha Bînalî Yildirim got jî, divê li dijî Fetullah Gûlen Amerîka hewlekê bide û  ji bo xweşkirina dilê xelkê Tirkiyê jî gaveke nû û mezin bavêje. Yildirm rexne li Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentogon) jî girt û got, ji bo Tirkiyê ya girîng ne daxuyaniyên Pentagon ne, lê  ya girîng daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump in.

Berî 2 rojan, Pentagon ragihandibû, dê hevkariya wan û YPGê berdewam bike.