Navê Pêşmerge li şûna navên welatên cîhanê digire

Fîlmê Pêşmerge yê derhêner û bîrmendê Fransî Bernard Henri Levy li nava baregeha sereke ya Netewên Yekgirtî li New Yorkê hat pêşandan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fîlmê Pêşmerge yê derhêner û bîrmendê Fransî Bernard Henri Levy li nava baregeha sereke ya Netewên Yekgirtî li New Yorkê hat pêşandan.

Li hola pêşandina fîlmê Pêşmerge, li ser masa nûnerên her welatekî li cihê navên welatan, navê Pêşmerge hat nivîsandin.

Balyozê Fransa li Netewên Yekgirtî, ku welatê wî ligel Brîtanya karê pêşandana fîlmê Pêşmerge rêkxistibûn, behsa naverokê film kirû rola Pêşmerge bilind nirxand.

Piştî pêşandana film, Bernard Henri Levy ji amadebûyan re axifî û ji bilî şermezarkirina helwesta welatên cihanê li hember Kurdistanê, piştevaniya xwe ji serxwebûna Kurdistanê re dupat kir.

Nûnerên her yek ji Iraq û Tirkiyê xwastin rêgiriyê li pêşandana fîlmê Pêşmerge û axaftina derhênerê film Bernard Henri Leyv bikin, lê hewla wan bê encam bû.

Berê Henri Levy li Twittera xwe nivîsî bû: “Fîlmê Pêşmerge li Netewên Yekgirtî hat pêşkêşkirin û hemû balyozên seranserî cîhanê zîrekî û dilnermiya Kurd bi dîlan re di riya Pêşmerge re dîtin.”

Fîlmê Pêşmerge berê di çarçova çalakiyên xula 69emîn a festival Cannes ya sînemayê de hatibû numayişkirin.

Film 92 xule ye û behsa şerê rûbirûbûna hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li dijî DAIŞê dike.

Bernard Hinri Levy ligel tîmeke biçûk wêneyên rûbera hezar K.M a rûbirûbûna hêza Pêşmerge li dijî çekdarên DAIŞê girtiye û wêneyeke zelal a zîrekî û dilnermiya Pêşmerge li hember dijminan nîşan daye.

Bernard Hinri Levy pesna Pêşmerge dide û di wê derbarê de ji K24ê re ragihand, tevahiya cîhanê deyndarê Kurd û Pêşmerge ne û pêwîst e cîhan bilez wê deyên bide.

 Ew bîrmendê Fransî dibêje, Kurd li ser riya rast e û dîrok û ezmûnê çespandiye ku di dawiyê de rastî û dadperwerî biser dikeve.

Tekez kir jî, xiyanetî li Kurd hatiye kirin, lê ev rewş dirêj li ber xwe nade û dadperwerî di berjewendiya Kurd de ye û li dawiyê ev rewşa niha dikeve berjewendiya Kurd.

Berê û di çend tiwîtan de, Bernard Hinri Levy ragihandibû, ew diçespîne ku penda Kurdî “Tenê çiya dostê Kurd e”  ne rast e û gelek dostên navdewletî ji Kurd re hene. Ew jî wek amajeyekê ji bo rakêşana hest û bidestxistina piştevaniya nûnerên 193 welatan e û girîngîpêdana medyaya navdewletî bi rewşa Kurd e.

Derhêner û bîrmendê Fransî Bernard Henri Levî dibêje, ew film belgenameyek ji bo rêzgirtin li xebata Pêşmerge ye.