Hêzeke taybet ya Amerîkî li Kerkûkê bicih dibe

Hêzeke taybet ya Amerîkî bi 27 otombîlên leşkerî çûye Kerkûkê û parlemantarekî Kurd radigihîne, hêzeke Amerîkî li ser daxwaza Kurd û bi agahdariya hikûmeta Iraqê li leşkergeha Kekûkê bicih bûye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzeke taybet ya Amerîkî bi 27 otombîlên leşkerî çûye Kerkûkê û parlemantarekî Kurd radigihîne, hêzeke Amerîkî li ser daxwaza Kurd û bi agahdariya hikûmeta Iraqê li leşkergeha Kekûkê bicih bûye.

Li gor zanyariyên K24ê ku ji jêderekî taybet wergirtine, ew hêza Amerîkî ji leşkergeha Geyara çûye Kerkûkê û li leşkergeha K1 dimîne. Li gor zanyariyan jî ew 27 otombîlên leşkerî bi wê hêzê re çûne Kerkûkê û aramca wê, hevkarîkirina li wê hêza xwe ya berê ye ku li wir bicih bûbûn û belavkirina hêzên xwe ne û ti armanceke din nîn e.

Ji aliyê xwe ve, parlemantarê fraksiyona YNKê di parlemantoya Iraqê de Mihemed Osman derbarê bicihbûna wê hêza Amerîkî de ji K24ê re ragihand, hefteya bûrî şandeke YNK û hevpeymanan û bi beşdariya artêşa Iraqê hêzên ewlehiyê li nava Kerkûkê li ser pêkanîna odeyeke operasyonan rêkeftibûn.

Ragihand jî, Kurd beşdariyê di wê odeya operasyona de dike. Got jî, welatiyên Kerkûkê ji aliyê wan hêzên ve li Kerkûkê rastî destdirêjî û azarê hatine.

Amaje bi wê jî da, ew hêza Amerîkî ji bo ragirtina balansa di navbera pêkhatiyan û parastina welatiyan li wir dimînin.