Îbrahîm Biro: Aliyên navdewletî karekî cidî ji bo danûstandinên Cenevê dikin

Îbrahîm Biro ji K24ê re diyar kir, ev cara yekem e nêzîkbûnek di navbera Amerîka û Rûsya û li ser asta herêmê jî Tirkiye û Siûdiye heye, ku çareseriyekê ji krîza Sûriyê bibînin.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê ENKSê û endamê Şanda opozîsyona Sûriyê ji bo danûstandinên Cenêvê Îbrahîm Biro ji K24ê re diyar kir, ev cara yekem e nêzîkbûnek di navbera Amerîka û Rûsya û li ser asta herêmê jî Tirkiye û Siûdiye heye, ku çareseriyekê ji krîza Sûriyê bibînin. Herwiha cara yekem e jî şandên opozîsyonê dibin yek şande û hemû paltformên din jî lixwe digire.

Îbrahîm Biro re amaje bi wê yekê kir, niha li ser milê aliyên navdewletî û bi taybet Rûsya dimîne ku karibe fişarekê li rêjîma Sûriyê bike û danûstandinê berdewam bike.

Derbarê başdarbûna Kurd di şanda opozîsyonê de, Biro da zanîn, ji gera duyem a Cenevê de û heta niha ENKS beşdar e. Ji piştî civîna Riyazê, ji her laşekî siyasî endamek ji bo Şanda Danûstandkar hat diyarkirin, lê tevî ku ENKS di hundir Îtîlafê de ye jî, dîsa karî bi endamekî beşdarî wê desteyê bibe.

Biro got jî: “Piştî kongreya Riyazê gavin cidî hatin avêtin û hat çespandin ku Sûriye dewleteke pir netewe ye, li ser wê binemayê jî em niha hin guhartinan di bekgeyan de dikin û gavine baş ji bo mafê netewî yê Kurd hatine avêtin.

Li ser çespandina mafên Kurdî di destûra bê de, Biro got: Di destpêka danîna mîkanîzma dariştina destûrê de komîta ENKSê ya yasayî dê beşdar be. Herwiha Kurd û tevahiya pêkahteyên di Sûriyê de hene jî dê dariştina destûrê de amade bin.