Şandeke Herêma Kurdistanê çavdêriya hilbijartinên bakurê Sûriyê dike

Bi armanca çavdêrîkirina helbijartinên bakurê Sûriyê şandeke ji perlemantoya Herêma Kurdistanê serdana Rojavayê Kurdistanê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi armanca çavdêrîkirina helbijartinên bakurê Sûriyê şandeke ji perlemantoya Herêma Kurdistanê serdana Rojavayê Kurdistanê dike.

Li gor zanyariyên K24ê, şanda Herêma Kurdistanê ji Emîne Zikrî, Şêrko Hememîn, Zana Ebdilrehman pêk tê, dê ligel rêxistinên navxweyî yên Rêveberiya Xweser kar li ser çavdêrîkirina helbijartnan bikin ku biryar e di 1ê Çile li her yek ji parêzgeha Hesekê û herêma Cizîr, Kobanê û Efrînê bi rê ve biçe.

Helibjartinên herêma bakurê Sûriyê di demekê de ye, ku berî niha qonaxa yekem ya helbijartnan di 22ê Îlona borî bi rê ve çûbû.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Helbijartinên bakurê Sûriyê baykot dike û wan hilbijartinan bi takalî dide zanîn.