Cîhan azayetiya Pêşmerge dibîne
Fîlmê “Pêşmerge” yê derhêner û bîrmendê Fransî Bernard Hinri Levy li nava baregeha sereke ya Netewên Yekgirtî li New Yorkê hat pêşkêşkirin.
Fîlmê “Pêşmerge” yê derhêner û bîrmendê Fransî Bernard Hinri Levy li nava baregeha sereke ya Netewên Yekgirtî li New Yorkê hat pêşkêşkirin.
Bernard Hinri Levy li hejmara xwe ya tûra civakî “Twitter” nivîsî: “Fîlmê Pêşmerge li Netewên Yekgirtî hat pêşkêşkirin.”
Ew derhêner û bîrmendê Fransî amaje bi wî jî ki, hemû balyozên seranserî cîhanê zîrekî û dilnermiya Kurd bi dîlan re di riya Pêşmerge re dîtin.
Numayişkirina fîlmê Pêşmege ji aliyê her du nûnerên Fransa û Brîtanya li Netewên Yekgirtî ve hate rêkxistin.

Fîlmê Pêşmerge berê di çarçova çalakiyên xula 69emîn a festival Cannes ya sînemayê de hatibû numayişkirin.
Film 92 xule ye û behsa şerê rûbirûbûna hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li dijî DAIŞê dike.
Bernard Hinri Levy ligel tîmeke biçûk wêneyên rûbera hezar K.M a rûbirûbûna hêza Pêşmerge li dijî çekdarên DAIŞê girtiye û wêneyeke zelal a zîrekî û dilnermiya Pêşmerge li hember dijminan nîşan daye.

Bernard Hinri Levy pesna Pêşmerge dide û di wê derbarê de ji K24ê re ragihand, tevahiya cîhanê deyndarê Kurd û Pêşmerge ne û pêwîst e cîhan bilez wê deyên bide.
Ew bîrmendê Fransî dibêje, Kurd li ser riya rast e û dîrok û ezmûnan çespandiye ku di dawiyê de rastî û dadperwerî biser dikeve.
Tekez kir jî, xiyanetî li Kurd hatiye kirin, lê ev rewş dirêj li ber xwe nade û dadperwerî di berjewendiya Kurd de ye û li dawiyê ev rewşa niha dikeve berjewendiya Kurd.
Berê û di çend tiwîtan de, Bernard Hinri Levy ragihandibû, ew diçespîne ku penda Kurdî “Tenê çiya dostê Kurd e” ne rast e û gelek dostên navdewletî ji Kurd re hene. Ew jî wek amajeyekê ji bo rakêşana hest û bidestxistina piştevaniya nûnerên 193 welatan e û girîngîpêdana medyaya navdewletî bi rewşa Kurd e.