PJAK: Îran li dijî Kurdan ketiye nava hevpeymaniyeke qirêj

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn radigihîne, Îran li dijî wan di nav hevpeymaniyeke qirêj de ye û êrîşên Îranê bêbersiv namînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn radigihîne, Îran li dijî wan di nav hevpeymaniyeke qirêj de ye û êrîşên Îranê bêbersiv namînin.

Zîlan Vejîn ji malpereke nêzikê PKKê re axivî û got, Îran li Rojhilata Navîn şerekî qirêj bi rê ve dibe. Bi riya Hizbullah û Heşdî Şeibî hewla avakirina hîlal şiîyan dide. Ji alîkî din ve bi Tirkiye û Rûsyayê re li Rojavayê Kurdistanê li dijî Kurdan hevpeymaniyeke qirêj dike û her sê welat dixwazin rê li ber statûya Kurdan bigirin.

Hevseroka PJAKê di derbarê operasyonên hêzên esmanî yên Tirkiyê yên li dijî çiyayê Asosê jî da zanîn, êrîş di encama rêkeftina Tirkiye û Îranê de rû didin. Ew wan êrîşan bêbersiv nahêlin, lê niha mafên xwe yên bersivdayînê bikar nayînin.

Firokeyên şer ên Tikriyê duh bingehên PJAKê yên li çiyayê Asosê bi berfirehî bomberbaran kiribûn.