Barzanî û Mehsûm nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirin
Ev bûn çend roj serokê Iraqê serdana Herêma Kurdistanê kiriye û li gel tevahiya aliyên siyasî yên Kurdistanî civiya ye.
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, îro Çarşemê 24/11/2017an li Pîrmam, Serok Barzanî li gel serokê Iraqê Fûad Mehsûm civiya û pirsa nakokî û kêşeyên vê dawiyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de, mijarên sereke yên civînê bûn.
Civîna Serok Barzanî û Fûad Mehsûm di demekê de ye, ku ev bûn çend roj serokê Iraqê serdana Herêma Kurdistanê kiriye û li gel tevahiya aliyên siyasî yên Kurdistanî civiya ye, daku mîkanîzmekê ji bo destpêkirina diyalogê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bibînin.