Di encama operasyonên li dijî PKK û KCK de, 42 berguman hatin girtin
Îro li bajarên Mêrdîn, Wan û Mûşê, polîsan operasyonên berfireh birêve birin û bi dehan berguman girtin
K24 - Navenda Nûçeyan
Li Bakurê Kurdistanê operasyonên li dijî PKK û girtina ser malan berdewam in.
Îro li bajarê Mêrdînê polîsan operasyonek berfireh birêve birin û girtin ser malan, di encamê de 14 kes hatin girtin.
Li bajarê Wanê navçeya Şaxê jî operasyon hebûn û 17 kes bi tometa hebûna pêwendiyên wan li gel KCK hatin girtin.
Herweha parêzgeriya Mûşê jî ragihand ku 11 bergumanên PKK û KCK hatine girtin.