Tirkiyê bingehên xwe li ser sînorê Efrînê bihêz dike

Hêzên Tirkiyê yên li ser sînor bicih bûne, gundê Tubal yê ser bi bajarokê Bilbilê ve li Efrîn, topbaran kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di girte vîdyoyekê de, firokeyên çavdêriyê yên artêşa Tirikyê li ser ezmanê Efrînê tên dîtin û li gorî medya nêzîkî YPG, artêşa Tirkiyê bingehên xwe yên serbazî li ser sînorê Efrînê bihêz dike.

Duh jî hêzên artêşa Tirkiyê yên li ser sînor bicih bûne, gundê Tubal yê ser bi bajarokê Bilbilê ve li Efrîn, topbaran kirin û piştre şer di navbera YPGê û hêzên Tirkiyê de çêbû.