Akademîsyen û lêkolîner: "Kurdistan, Mifteya Aramiya Rojhilata Navîn e"

Lêkolîner û akademîsyenên Rojhilata Navîn amaje dikin ku, pêwîst e êdî Rojhilata Navîn rê ji bo Kurdan veke, da ku Kurd di rêya aramiya Rojhilata Navîn de rola xwe bilîzin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî şerê li dijî DAIŞ'ê û lidarxistina Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, kurdan di cîhanê de deng vedan. Di encamê de jî lêkolîner û akademîsyenên Rojhilatanavîn amaje dikin ku pêwîste êdî Rojhilata Navîn rê ji bo kurdan veke da ku kurd di rêya aramiya Rojhilata Navîn de rola xwe bilîzin.

Di şerê li dijî DAIŞ'ê de ne tenê xaka Kurdistanê, di heman demê de hemû aramiya Rojhilata Navîn di bin gefeke mezin da ma. Di vê demê de kurdan li hember DAIŞ'ê serkeftinên gelek stratejîk bi dest xistin û di cîhanê de deng vedan. Lidarxistina Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de jî serkeftinek demokratîk derket holê. Di encamê de jî akademîsyen rola kurdan ji  bo aramiya Rojhilata Navîn wek mifteyekê dibînin. Akademîsyenê Tûnûsî û pisporê têkiliyên navneteweyî Muhammed El Adil dibêje divê welatên Rojhilata Navîn kurdan bi hemû aliyan ve nas bikin û di welatê xwe de perwerdeya kurdî bidin.

Muhammed El Adil-Akademîsyen û Serokê Komeleya Tirk û Ereban diyar dike:

"Birayên me yên kurd di vê erdnîgariyê de hêmaneke eslî ne. Divê alema Îslamê kurdan baş binase û heta divê di nava pergala perwerdeya dewletên Îslamê de bo danasîna kurdan jî cîh were dayîn û perwerdeya zimanê kurdî jî were dayîn."

Lêkolîner û nivîskarên Rojhilata Navîn di wê baweriyê de ne ku yek ji hêmanên girîng ên aramîya Rojhilata Navîn jî başkirina têkiliyên Tirkiye û Kurdistanê ne ku lêkolîner û nivîskarê ji Sûriyeyê Mahmud  Osman dibêje dê têkiliyên Tirkiye û Kurdistanê bibe bingeha çareseriya pirsgirêkên rojhilatanavîn jî.

Mahmûd Osman- Lêkolîner-Nivîskar, dibêje:

"Di nava dost û birayan de pirsgirêk çêdibin; lê ew pirsgirêk dê werin çareserkirin û pêwendiyên Tirkiye û Kurdistanê dê ji berê jî baştir bibin. Tirkiye dewleteke mezin e dê pirsgirêkan nedomîne. Tirkiye û Kurdistan aktorên bibandor in û dê sûdê bidin Rojhilata Navîn jî."

Lêkolîner û akademîsyenên Rojhîlata Navîn bang li rayedarên dewletên Rojhilata Navîn dikin ku bêhtir pêwendiyan li gel Kurdistanê deynin da ku kurd di rêya îstîqrara Rojhilata Navîn de baştir bikare rola xwe bilîzin.