ENKS: Ji mafê xelkê Efrînê ye berevaniyê li devera xwe bikin
Xwecihiya ENKS li Efrînê: Heger Tirkiyê operasyoneke serbazî li Efrînê encam bide, wê rewşeke mirovî metrisîdar çêbibe.
K24 - Navenda Nûçeyan
Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand: "Di dema dawî de Tirkiyê û girûpên çekdar yên bi ser wê ve, gefên bê sedem ji bo encamdana operasyoneke serbazî li devera Efrînê dikin."
Xwecihiya ENKS li Efrînê got: "Heger operasyonek weha li Efrînê bê kirin wê rewşeke mirovî metrisîdar çêbibe, ji ber ku hejmareke mezin ji welatî û koçberan li Efrînê dijîn û ji mafê xelkê Efrînê ye berevaniyê li xwe bikin."
Herweha xwecihiya ENKS ji hêzên navdewletî xwest ku fişarê li PYD bike daku li siyaseta xwe vegere û yekrêziyê li Efrînê biparêze.