Li Kerkûkê endamên YNK bizavên serokomar binpê dikin

Hejmarek ji endamên YNK, berûvajî daxwazên Fûad Mehsûm tevgeriyan û bi tena sere xwe beşdarî civîna encûmena parêzgeha Kerkûkê bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî serdana serokê Iraqê Fûad Mehsûm, ji bo Silêmaniyê, Kerkûk û Hewlêrê û civîna wî li gel beşekî ji aliyên siyasî, ku têde daxwaza zû çarekirina kêşeyan û pêkve jiyanê li Kerkûkê kir, lê hejmarek ji endamên Yekîtî Niştimanî Kurdistan, berûvajî daxwazên Fûad Mehsûm tevgeriyan û li bendî encam û berhemên civînên wî neman û bi tena sere xwe beşdarî civîna encûmena parêzgehê bûn.

Li ser vê yekê, endamekî encûmena parêzgeha Kerkûkê ragihand, ku beşdariya endamên YNK bi tena sere xwe di civîna encûmena parêzgehê de, ne tiştekî nişkave bû, ji ber ku bi gotina wî: "Di nav rêzên rêxistinên YNK de, ev tişt heye û her yek bi aliyekî ve diçe."

Ji aliyê xwe ve, berpirsekî YNK dibêje: "nabe ji ber ku Kerkûk hatiye dagîrkirin em bikar û erkên xwe yên siyasî ranebin"