Israîl armanca şerê dahatî eşkere dike

Artêşa Israîlê: Wê Israîl şerê bêtir ji dijminekî bike, çi Îran be yan jî Tevgera Hemas be li Xezze.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê artêşa Israîlê emîd Ronin Manîlîs ragihand: "Di her cengeke dahatî de li gel Lubnanê, Hesen Nesrella wê armanca yekem ya Israîl be".

Emîd Ronin Manîlîs got: "Di cenga dahatî de, wê emîndarê Hizbullahê Hesen Nesrella, armanca serekî be û şêwaz û arasteyê cengê bê guhertin û ev ceng wê gellekî ji cengên berî niha cuda be".

Manîlîs tekez kir "Artêşa Israîlê di wê baweriyê de ye, ku cenga dahatî ya Israîlê wê berfireh be û hemû bereyên şer lixwe bigre, wê Israîl şerê bêtir ji dijminekî bike, çi Îran be yan jî Tevgera Hemas be li Xezze".

Berî niha jî sekreterê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres ji ajanseke Rûsî re got: "Metirsiya pêketina cengeke nû li navçeyê heye û aliyên serekî yên wê cengê Israîl û Hizbullaha Lubnanê ne û eger heye artêşa Sûriyê jî, piştî bidawîkirina şerê girûpên tundrew, li dijî Israîl piştevaniya Hizbullahê bike".