Şahê Urdinê li Kongirêsa Amerîkî behsa Herêma Kurdistanê dike
Şahê Urdinê, li nav avahiya Kongirêsa Amerîkî behsa kêşeyên di nav Iraqê û Herêma Kurdistanê de kiriye.
K24 - Navenda Nûçeyan
Rojnameya Reî ya Urdinî belav kiriye, ku şah Ebdella yê Diwem şahê Urdinê, di dema serdana xwe de ji bo Amerîka, li nav avahiya Kongirêsa Amerîkî li gel serokê encûmena nûneran û hin kongirêsmanan civiya û di wê civînê de, behsa rewşa Iraqê û çawaniya alîkarîkirina Hikûmeta Bexdayê kirye, ji bo peydakirina aramiyê li wî welatî.
Herweha behsa çarekirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de hat kirin û derbarê kirîza Sûriyê û şerê li dijî terorê jî gotûbêj hatin kirin.