"Ti hêzeke Amerîkî derbasî Kerkûkê nebûye"

Fermandeya operasyonên hevbeş ya Iraqê: Tevahya nûçeyên ku behsa cîgirbûna hêzeke Amerîkî li sînorê bajarê Kerkûkê dikin dûrî rastiyê ne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Fermandeya operasyonên hevbeş ya Iraqê, di daxuyaniyekê de got: Tevahya nûçeyên ku behsa cîgirbûna hêzeke Amerîkî li sînorê bajarê Kerkûkê dikin dûrî rastiyê ne.

Operasyonên hevbeş diyar kir, ku ne ji erkê ti hêzeke biyanî ye wan navçeyan kontrol bike û "erkê hêzên Hevpeymana Navdewletî tenê rahênan û şêwirdarî û piştevaniya locîstî ye".

Duh perlemantarê Yekîtî Niştimanî Kurdistan Mihemed Osman ji Kurdistan24ê re got: "Hêzeke Amerîkî li ser daxwaza Kurdan li Kerkûkê cîgir bûye."