"Ger Tirkiyê êrîşî Efrîn bike, wê şer tevahya Sûriyê lixwe bigire"
Fewza Yûsif: Heger Tirkiyê vê gave bavêje, tevahiya danûstandinên ku tên kirin, çi li Sochi û çi li Cinêvê, wê biser nekevin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Hevseroka desteya bicîkar ya encûmena damezrênera federaliya Bakurê Sûriyê Fewza Yûsif ji ajnaseke nêzîkî PKKê re got: "Di vê demê de ku kar li ser çarekirina kirîza Sûriyê bi riyên siyasî tê kirin, Tirkiyê êrîşên xwe li ser bingehên serbazî û cihên sivîlan zêde dike."
Bi gotina Fewza Yûsif: "Êrîşa li ser Efrînê tê wateya şer li dijî Sûriyê bi tevahî û ew şer di çarçoveya Efrînê de namîne, lê ewê tevahiya Sûriyê lixwe bigire. Ji ber ku Efrîn ne wek Cerablus û Idlibê ye."
Navhatî got jî: "Heger Tirkiyê vê gave bavêje, tevahiya danûstandinên ku tên kirin, çi li Sochi û çi li Cinêvê, wê biser nekevin."