Li ser pirsa "Hikûmeta demkî" YNK bûye du beş

YNK: Me hevsengî di navbera Partî û Goran de ragirtiye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Helwest û têbîniyên berpirsên Yekîtî Niştimanî Kurdistan, li ser pirsa "Hikûmeta demkî" û mana kabîneya niha ya hikûmetê, ji hev cuda ne. Beşek ji berpirsên Tevgera Goran jî dibêjin, YNK rola xwe di navbera Tevgera Goran û Partî Dîmukratî Kurdistan de dabeş kiriye.

Ji aliyê xwe ve endamekî serkirdatiya YNK dibêje: "Me hevsengî di navbera Partî û Goran de ragirtiye".