"Putin biser dikeve û Amerîka ji Rojhilata Navîn derdikeve"
"Siyaseta sist û tevlihev ya Amerîka, rê li ber bihêzbûna Rûsya li Rojhilata Navîn vekir û hevpeymanên Amerîka nêzîkî Rûsya dibin"
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokî Rûsya Vladimir Putin, xwe ji bo biserketinê di cenga Sûriyê de amade kiriye, piştî ku xwe weke zilamê ku "Hevpeymanên xwe di tengahiyê de bi tenê nahêle" pêşan da û xwe kir lîstikvanekî bihêz di meydana siyaseta cîhanî de.
Tevî ku hin şirove hene ji destkeftên Rûsya kêm dikin û wî welatî weke beşekî ji stiratîjiya Amerîka li navçeyê dibînin, lê şarezayên nêzîkî Pentagonê, derbarê rola Rûsya li rojhilata navîn, hişyariyê didin, ku rol wê bihêle Amerîka li ber dîfaktoyeke nû raweste û derfetê ji Mosko re çêdike da mercên xwe li navçeyê bisepîne.
Kesên şareza di wê baweriyê de ne, ku çareseriyên dahatî ji kirîzên Sûriyê re, wê li ser bingeha nexşerêya ku Rûsya daniye bên kirin, ev jî tê wateya ku Rûsya dê bibe lêvegera hejmareke mezin ji dewletan.
Jêderên dîplomasî yên haydar, hişyarî dane cîhana erebî ku "Hatina Rûsya ji bo Rojhilata Navîn, bi sedema helwestên sist yên îdareyên Obama û Trump bûye, ku ji encama siyaseta herdu îdareyan, welatên hevpeymanên Amerîka bê pişt man û neçar bûne ji xwe re li hevpeymanekî din bigerin, ku bikaribe şûna Amerîka bigre û ewlehiya stiratîjî ya welatên navçeyê biparêze û Rûsya dibe ew hevpeymanê ku deriyê xwe li ber wan welatan vedike, ji ber ku Washington nema dikare xwesteka welatên hevpeymanên xwe bicî bîne".
Jêderê Birîtanî, helwestên welatên Kendavê û Tirkiyê, ku hevrêz in li gel helwesta Rûsî, kirine pîvanek da bigehêjin baweriya nebûna îrada Amerîkî li navçeyê ku di encamê de Rûsya dike şivanê navçeyê."
Herweha şarezayên rojavayî didin xuyakirin, ku "Pêşbirka di navbera Washington û Mosko de li meydanên Rojhilata navîn ber bi serketina Rûsya ve diçe û serketina Putin li Sûrya, pêgeha Mosko li hemû Rojhilata Navîn diyar dike".
Dîplomatkarên wezareta derve ya Amerîka jî dibêjin: "Tevliheviya ku di siyaseta Amerîka de heye li Rojhilata Navîn, bi taybet di serdema Obama de, heya niha niha jî berdewam e. Wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson, nekariye dîplomasiyeteke baş û bihêz pêşkêş bike li gorî ku îdara Trump dixwaze bimeşîne, herweha rikberiya di navbera Tillerson û şêwirmend û zavayê Trump de ketiye tariyê de bi awayekî ku zehmete siyaseta Amerîka ya derve di siya wê rikaberiyê de li ser nigê xwe raweste, ew jî berûvajî wê siyaseta rêkûpêk e ya ku di navbera Putin û Lavrov de heye û li Rojhilata Navîn dimeşînin".
Şirovekarê siyasî yê Birîtanî Rocer Biwêz, di gotarekê de ku li rojnameya The Timez de belav kiriye dibêje: "Ew lîstika ku Putin li Rojhilata Navîn dike, Amerîka xapandiye, bi sedema waqihiyet û şarezatiya Putin li ser rewşa wê navçeyê, wî kariye zora Obama û Trump bibe."
Navhatî tekez dike "Hin caran Mosko û Washington pêwîstiya wan bi hevkariyê heye, lê Putin piraniya caran dixwaze bi Trump bilîze û wî bixapîne, ji ber vê yekê jî gellek sînaryo ji bo serketinê li li cem Putin hene."
◄ Heya ku Mosko bedîlekî baş bibîne wê Esed di desthilatê de bihêle
◄ Bingeha serbazî Rûsî li Tertûsê fireh û mezin dike
◄ Mosko biryarê dide kî opozisyona Sûryê ye
◄ Wê Mosko avakirina jêrxana wêrankirî ya Sûriyê têxe stiwê welatên rojava
◄ Vekişyana hêdî hêdî ya Amerîka ji Rojhilata Navîn
Hewreha Rocer Biwêz dibêje: "Ew şerê ku Rûsya li dijî DAIŞê kir, rê xweş kir ku Mosko 600 corên nû ji çekên xwe test bike, Di nav wan çekan de firokeyên S-U 25 bûn, ku nekarîne armancên xwe bi hûrî bîne û bi sedema wê yekê 1600 bûyer li navçeyên di bin kontrola opozisyonê de çêbûn, niha jî bi awayekî baş ew firoke hatine pêşxistin."