Emîne Zikrî: Ligel ENKSê dicivin û sedema baykotkirina hilbijartinan nas bikin

Ji bo çavdêrî û şopandina hilbijartinên Bakurê Sûriyê, şandeke fermî ji parlemantoya Kurdistanê serdana Rojavayê Kurdistanê dike. Endamên şandê di serdana xwe de dê nûnerên ENKS'ê jî bibînin û sedemên nebeşdarbûna wan di hilbijartinan de nas bikin.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo çavdêrî û şopandina hilbijartinên Bakurê Sûriyê, şandeke fermî ji parlemantoya Kurdistanê serdana Rojavayê Kurdistanê dike. Endamên şandê di serdana xwe de dê nûnerên ENKS'ê jî bibînin û sedemên nebeşdarbûna wan di hilbijartinan de nas bikin. Herwiha berpirsên komseriya hilbijartinan dibêjin ku şand dê azad be bi karê xwe û encamên serdana xwe ji bo raya giştî parve bikin.

Li ser vexwendina Komseriya Bilind ya Hilbijartinan li Cezîrê şandeke fermî ji parlemantoya Başûrê Kurdistanê serdana Rojava Kurdistanê dike û armanca serdanê jî, da rewşa dengdan û zelalmendiyê di hilbijartinên federalîzma Bakurê Sûriyê de bişopînin. Seroka şandeyê diyar dike jî ku di çarçova vê serdanê de dê hemû aliyên siyasî bibînin nemaze Encûmena Niştîmanî ya Kurd (ENKS) û ji wan sedemên nebeşdarbûna wan di hilbijartinan de nas bikin.

Seroka şandê Emîne Zikrî ji K24ê re wiha axivî: “Hin aliyên siyasî yên Kurdî hilbijartin baykot kirine, helbet emê ligel wan jî rûnin û bizanin egera baykotkirina wan li ser çi bûye, derfet ji bo wan nehatiye dan ya egerên din hene. Helbet emê her du aliyan bibîbin û hêvî dixwazin Rojavayê Kurdistanê bi giyaneke demokrasî hemû pêkhate û aliyên siyasî beşdariyê di proseyê de bikin. Bi înkarkirina aliyên din yên siyasî proseya demokrasiyê bi rê ve naçe.”

Endamê şanda parlemantoya Kurdistanê Zana Ebdulrehman got, ku ew bi hemû awayan dê pêştgiriya ezmûna Rojavayê Kurdistanê bikin, çi di aliyê siyasî û demokratî de be, yan di aliyê leşkerî de be û tekez dikin ku li seranserî perçên Kurdistanê, Kurd rastî fişar û zehmetiyan tên, loma dê hewil bidin da ezmûna Rojavayê Kurdistanê di gel beşdarbûna hemû aliyên siyasî biser bikeve bêyî tu kes bê dûrxistin.

Hevseroka Komseriya hilbijartinan Roken Mele Ibrahîm ji aliyê xwe ve tekez kir, dê hemû karînan bi dest bixin da karê şandeyê biser bikeve û hevdîtinan ligel hemû aliyên siyasî de bikin. Herwiha hemû derfet bi şandeyê re dê hebe, da têbînî û encamên çavdêriya xwe bi raya giştî re parve bikin.

Bi endamtiya 5 kesan ji parlemantoya Kurdistanê şandeke fermî ji bo şopandina pirosêsa hilbijartinên federalîzma bakûrê Sûriyê serdana Rojava dike. Li gorî pilana çavdêriyê şand dê li herêmên Kobanê û Cezîrê çavdêriyê bike. herwiha hevdîtinan bi aliyên siyasî re bike.