Pentagon: Çekên li dijî Tirkiyê gef in, ji YPGê distînin

Berdevkê Wezareta Bergîriyê yê Amerîka (Pentagon) yê Beşa Rojhilata Navîn Erîc Pahon ragihand, ewê hemû çekên ku li dijî Tirkiyê gef in, ji YPGê bistînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Wezareta Bergîriyê yê Amerîka (Pentagon) yê Beşa Rojhilata Navîn Erîc Pahon ragihand, ewê hemû çekên ku li dijî Tirkiyê gef in, ji YPGê bistînin.

Berdevkê Pentagon Erîc Pahon pirsên ji ajansa “Anadolu” re ragihand, ewê çekên wekî mûşekavêj, tifingên bimakîne, wesaîtên zirxpoş û çekên dijîtank ji ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bistînin.

Got jî, Lîsteya çekên bo YPGê hatine dayîn di destê Tirkyê de heye û ew naxwaze eşkere bike. Tirkiye hevpeymanê Amerîkayê ye û heger ev çek li dijî Tirkiyê bibin gef ew ê ji YPGyê bistînin.

Amerîka ji sala 2015an ve û ji bo jinavbirina DAIŞê çekan dide YPG û HSD. Çekên di destê YPGê de ne têra artêşeke ji 50 hezar kesî pêk tê, dike.