Amerîka 400 leşkerên xwe ji Sûriyê vedikişîne
Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewlet ya li dijî DAIŞê Rayan Dîlon ragihand, bêhtir ji 400 leşkerên Amerîkî ku ji yekîneya deryayî ne wê ji Reqayê bêne vekişandin û vegerin Amerîka.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewlet ya li dijî DAIŞê Rayan Dîlon ragihand, bêhtir ji 400 leşkerên Amerîkî ku ji yekîneya deryayî ne wê ji Reqayê bêne vekişandin û vegerin Amerîka.
Dîlon diyar kir, ew leşker piştî ku piştevanî dan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di operasyona wan ya li dijî DAIŞê de li bajarê Reqayê dê vegerin û ti hêzeke din ku cihê wê hêzê nabigre û ti hêz jî li şûna wê nayê şandin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 20ê vê mehê di konferaseke rojnamevanî li nava Reqayê, rizagarkirina wî bajarî bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî bi fermî ragihandibû.
Pentagonê berî çend rojan belav kiribû ku 503 leşkerên Amerîkî li Sûriyê ne, lê raporta werzane ya hêzên bergîriyê ya Amerîk aşkere kiribû ku hezar û 723 leşker li Sûriyê ne.
Hefteya bûrî jî, Pentagonê ragihandibû, ewê pêdaçûnê di alîkariyên leşkerî yên pêşkêşî hevpeymanên xwe li Sûriyê dike de bike, di nava wan de jî Yekîneyên Parastina Gel (YPG)