Serok Barzanî: Elî Ebdulah têkoşerekî mezin yê gelê me bû

Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, li Hewlêrê çileya cîgirê berê yê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Ebdulah bi rê ve diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, li Hewlêrê çileya cîgirê berê yê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Ebdulah bi rê ve diçe.

Di merasîmekê de, Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand, “Elî Ebdulah mirovekî mezin, têkoşerekî dêrîn û birayê mezin û mamosteyê min bû.”

Got jî, Elî Ebdulah hemû jiyana xwe ji bo xizmeta Kurdistanê û partiya xwe terxan kiribû.