Li 30 gundên Dêrsimê qedexe hat ragihandin

Li Bakurê Kurdistanê, li 30 gundên Dêrsimê wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatin ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê, li 30 gundên Dêrsimê wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatin ragihandin.

Parêzgeriya Dêrsimê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de li navçeyên wekî Ovacik, Nazimiye, Pûlûmûr û Hozatê 30 gundewar wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatine ragihandin.

Parêzgeriya Dêrsimê daxwaz ji welatiyan jî kir, divê welatî ji bo ewlekariya mal û canê xwe pabendê hişyariyê bin.