Şanda bilind a Herêma Kurdistanê gihêşte Fransayê

Şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di riya Tirkiyê re serdana Fransa dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di riya Tirkiyê re serdana Fransa dike.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, ew şanda bilind a Herêma Kurdistanê îro sibê di riya sînorê Îbrahîm Xelîl derbasî nava xaka Tirkiyê bû û ji wir ve berve Fransa birê ket.

Li gor zanyariyên K24ê, berî demekê ew şanda bilind a Herêma Kurdistanê gihêşte Parîsê û biryar e jî sibe ligel Serokê Fransyê Emmanuel Macron bicive.

Biryar e di civîna sibe de, rewşa Iraqê ya giştî, pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê jî bêne guftûgokirin.