Tirs ketiye dilê nîjadperest Bahçelî
Serokê Partiya Tevgera Nîjadperest (MHP) Devlet Bahçelî ji tirsa ketina bin benda parlementoyê (ji sedî 10) li Tirkiye, ketiye nav lêgerînan de.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Partiya Tevgera Nîjadperest (MHP) Devlet Bahçelî ji tirsa ketina jêr benda Parlementoyê (ji sedî 10) li Tirkiye, ketiye nav lêgerînan de.
MHP bangî hemû berpirsên şaxên xwe kirin ku stratejiyek ji bo rawestandina lawazbûna xwe bidin pêş. Bi taybetî piştî damezrandina Iyi parti, ku ji MHP veqetiyaye û di rapirsînan de rewşa wan ji MHP baştir xûya dike, Bahçeli ketiya tirsa ku, gelek kadirên MHP bigihin Iyi Parti.
MHP herweha projeya hevkariyê ligel AK Parti ji bo hilbijartinên 2019an daye pêşya xwe.