Hosiyên hevkarên Îranê: Me mûşek avêt Emiratê
Di daxûyaniya ku di malpera Hosiyan de cîh digre, tê destnîşankirin ku, navenda Barakah a atomî kirin e armanc.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêxistina Hosiyên Yemenê ku ji alî Îranê ve piştgiriya wan tê kirin diyarkirin ku, mûşek avêtine navendek atomî li payteyta Emiratên Yekgirtî yên Erebî Ebû Dabiyê.
Di daxûyaniya ku di malpera Hosiyan de cîh digre, tê destnîşankirin ku, navenda Barakah a atomî kirin e armanc.
Berî demekê Hosiyan du mûşek avêtibûn Erebistana Siûdî, ku ji alî sistema parastina mûşekî ya Siûdiyê ve hatibûn têkbirin.
Welatên Erebî Îranê tometbar dikin ku, mûşek dan e Hosiyan û rahênana wan jî kirin e.