"Beramber berdana girtiyên Almanî, Erdogan hin endamên Cemaeta Gulen dixwaze"

Berî niha jî hat ragihandin, ku welatiyê Almanya Peter Steudtner, piştî gotûbêjên veşartî li Tirkiyê hatiye berdan.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî kovara Der Spiegel, Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, di gotûbêjên berdana girtiyên Almanî de yên li Tirkiyê, daxwaza radestkirina hin kesan kiriye ku beşdarî di kudetaya serbazî de kiribûn.

Hat zanîn ku, Erdogan heftiyekê piştî hilbijartinên Almanya ev yek pêşinyarî Gerhard Şiroder kiriye ku bigehîne Angela Merkel, lê daxwaza Erdogan hatiye redkirin.

Berî niha jî hat ragihandin, ku welatiyê Almanya Peter Steudtner, piştî gotûbêjên veşartî li Tirkiyê hatiye berdan.

Ji aliyê xwe ve Hikûmeta Almanya, gotûbêjên ku bi Tirkiyê re hatine kirin, wek razên dewletê dibîne û agahiyan li ser wan nade.