“Divê Tirkiye ji bo pêwendiyên ligel Kurdistanê gavên erênî bavêje”

Siyasetmedar û çavdêrên siyasî yên Bakûrê Kurdistanê, dixwazin ku pêwendiyên Kurdistanê bi cîranên wê re wekî beriya pêvajoya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, bi awayekî dostane berdewam bike.

 

K24 – Diyarbekir

 

Siyasetmedar û çavdêrên siyasî yên Bakûrê Kurdistanê, dixwazin ku pêwendiyên Kurdistanê bi cîranên wê re wekî beriya pêvajoya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, bi awayekî dostane berdewam bike. Li gorî ragihandina çavdêrên siyasî, Kurdistanê li hemberî Bexda, Enqere û Taranê tu şaşîtiyek nekiriye, tenê daxwaza mêfên xwe yên rewa kiriye û ji niha û pê ve jî divê rêz li daxwazên Kurdistanê bên girtin.

Pêwendiyên dewletên cîranên Kurdistanê ku di pêvajoya Referandûma Serxwebûnê de xirab bûbûn, ber bi aramiyê ve diçin. Li gorî daxuyaniyên siyasetmedarên Bakûr, Tirkiye niha dixwaze ji aloziyên siyasî dûr, bi aramiyê nêzîkî Kurdistanê bibe. Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSK’ê Mesut Tek dibêje; divê  Kurdistan tifaq û yekîtiya navxweyî qewîn bike û êdî siyaseta cîhanê jî baş bixwîne. Li gorî Tek; Kurdên Bakûr û Tirkiyeyê jî dixwazin pêwendiyên Kurdistan û Tirkiyeyê baş bin lê ji bo vê yekê jî divê pêşî Tirkiye gavên erênî bihavêje.

Serokê Giştî yê PSK’ê Mesût Tek ji K24ê re wiha axivî: “Divê Dewleta Tirkiyeyê siyaseta xwe biguherîne. Kurdistana Başûr tu caran li ser ewlehiya Tirkiyeyê nebûye xetereyek. Berovajî vê yekê, Dewleta Tirkiyeyê Referandûmê wekî arîşeyekê, wekî metirsiyekê li ser asayîşa Tirkiyeyê kir. Ango yê ku ev pêwendî xirab kir, Tirkiye bi xwe ye; ne Kurdistana Başûr e.”

Li gorî ragihandina çavdêrên siyasî dê Kurdistan bi îradeya azadîxwaziyê ji van aloziyên niha xilas bibe lê divê bikaribe li gorî berjewendiyên xwe bi dewletên cîhanê re pêwendiyan bimeşîne û xwedî stratejî be. Berpirsê Karûbarên Siyasî yê Hereketa Azadî Sidki Zîlan jî got; di pêvajoya Referandûmê de Kurdistanê bi awayekî aştiyane xwest ku mafê xwe bi kar bîne û ev biryar jî biryareke rast bû.

Sidki Zîlan dibêje: “Kurdistana Başûr heta niha jî li hemberî Bexda, Tehran,  Enqere û cîhanê xeletiyek nekiriye. Hiqûqa xwe diparêze, tenê Qanûna Esasî destnîşan kiriye ku ew jî di navbera Bexda û Hewlêrê de ye. Tiştê ku di çarçoveya qanûnê de mafê wê hîn jî negihîştiye destê wê.”

 Siyasetmedar û çavdêrên siyasî dibêjin; divê Kurdistan  di navbera tercîhkirina Bexda, Enqere yan jî Taranê de nemîne; divê tenê berjewendiyên Kurdan biparêze û ji bo vê jî çi pêwîst be li welêt û cîhanê wê bike.