Hevpeymaniya Erebî Hosî bombebaran kirin
Di daxûyaniya xwe de Hevpeymaniya Erebî diyarkir ku: “Ji bo ku ewleyî li Yemenê pêk were, divê Yemen ji terorîstên ku alîkariyê ji Îranê werdigrin, rizgar bibe”.
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî ragihandina Hosiyan ku, êrîş birin e ser navendek atomî li Emiratên Yekgirtî yên Erebî, Hevpeymaniya Erebî ya di bin serokatiya Erebistana Siûdî de êrîş bire ser bajarê Sanaa ya Yemenê.
Di daxûyaniya xwe de Hevpeymaniya Erebî diyarkir ku: “Ji bo ku ewleyî li Yemenê pêk were, divê Yemen ji terorîstên ku alîkariyê ji Îranê werdigrin, rizgar bibe. Her şerefmendek dive lidij Hosiyan têbikoşe”