Serhed Qadir: Jiyana Kurd li Kerkûk û Xurmatûyê ne parastî ye
Rêvebirê Polîsa Qeza û Navçeyên Kerkûkê Serhed Qadir derbarê rewşa ewlehiyê ya Kerkûkê de ragihand, çekdarên Heşda Şeibî bi ser malên Kurdan de digirin û jiyana welatiyên Kurd li bajarê Kerkûkê û qezaya Xurmatûyê ne parastî ye.
K24 – Navenda Nûçeyan

Roja 16ê Cotmeha bûrî çend berpirsên YNKê xiyanetî kirin û mîlîşyayên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê anîn Kerkûkê, wek bi fermî Serokatiya Herêma Kurdistanê û kesayetiyên pilebilind ên YNKê ragihandine.
Di dirêjahiya hewlên Bexda û mîlîşyayên Heşda Şeibî yên ji bo jêbirina nasnameya Kurdî ji ser Kerkûkê û desteserkirina berpirsên Kurd ên bajêr, fermana desteserkirina Rêveberê Qeza û Navçeyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir û 12 efser û piledarên din ên polîsa Kerkûkê derkiribû.